Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Piştîwan Sadiq: Aramiya Kurdistanê ji hemû tiştekî giringtir e

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Parêzgeha Hewlêrê ragihand, aramiya Kurdistanê bi giştî û Hewlêr jî wek paytext ji hemû tiştekî giringtir e.

Îro Sêşema 01.10.2024ê berpirsê mektebar rêxistina parêzgeha Hewlêrê yê PDKê Dr. Piştîwan Sadiq di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: ‘’Yek ji dirûşmên PDKê aramî ye. Baweriya me bi pêşerojeke geş ji bo xelkê Kurdistanê û ji bo welatê me heye. Mixabin dirûşmên partiyên din gemû serbazî ne.”

Dr. Piştîwan Sadiq wiha domand: “Aramiya Kurdistanê bi giştî û Hewlêr jî wek paytext ji hemû tiştekî giringtir e û bi ti awayekî em rast nabînin ti kesek pirsgirêkê û astengiyê çêbike. Heman demê de berbijêr jî ji hemû partiyan û aliyan divê hestên xelkê li berçav bigrin û bizanin çawa dê danûstanê li gel xelkê bikin.’’

Dr. Piştîwan Sadiq wiha jî got: “Gotara Serok Barzanî pir bi bandor bû, ji ber ku li cem wî xelkê Kurdistanê û partiyên siyasî wek hev in. Lê eger em berê xwe bidin gotin û siloganên rêveberên partiyên siyasî, hemû leşkerî û bêserûber in.”