Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: PDK ji bo rizgarî û xizmetkirina gelê Kurdistanê çê bûye

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di bîranîna 78 saliya damezrandina PDKê de ragehand, “PDK ji bo rizgariya gelê Kurdistanê û xizmetkirina gelê Kurdistanê çê bûye, ji bo wê yekê hatiye damezrandin ku xelkê Kurdistanê serfiraz û parastî be.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Bi helkefta heftê û heşt saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li tevaya kadir û endam û alîgirên PDKê dikim. Ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemî tex û pêkhateyên Kurdistanê dikim û daxwaza serbilindî û xweşiyê jê re dikim.

Damezrandina PDKê li roja 16ê Tebaxa 1946ê bi rêbertiya Barzaniyê Nemir pêdivîtiyeke  dîrokî bû ji bo ji bo berdewamkirina xebat û xweragiriya gelê Kurd di wan demên dijwar de ku hemî neyar û dagirkerên Kurdistanê ew bû ku şoreş û azadîxwaziya gelê Kurdistanê serkut û binbir bikin. PDK her ji destpêka damezrandina xwe heta niha alavek bûye di destê xelkê Kurdistanê de ji bo bicihanîna armancên demokratî û niştîmanî û neteweyî yên gelê Kurdistanê.

Ez di salvegera heftê û heştê ya damezrandina PDKê de tekez dikim ku, PDK ji bo rizgariya gelê Kurdistanê û xizmetkirina Kurdistanê çê bûye, ji bo wê yekê hatiye damezrandin ku xelkê Kurdistanê serfiraz bin û doza rewa ya gelê Kurdistanê herdem parastî û bihêz be, lewma divê hemî partî li astê meziniya dîrokî û qurbanîdana partiya xwe û xwîna şehîdan bin û erkê xwe bi baştirîn awa bi cih bînin, ku xizmetkirin û bihêzkirina Kurdistanê ye. hemî alî bi dost û neyarên gelê Kurdistanê ve wê rastiyê dizanin ku PDK çend bihêz be, ew qas jî Kurdistan bihêz e.

 

Mesûd Barzanî

16ê Tebaxa 2024ê”