Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hewlên Kurdistanê ji bo jîngehê ketine ser nexşeya cîhanê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq behsa gringiya beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Konferansa COP29 dike û dibêje, beşdariya wan di konfranseke wisa giring de xwedî peyameke giring e, ku ew jî ji ber guhdana Kurdistanê ye bi mijara jîngehê.

Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî ya îsal biryar e ku ji 11 heta 22 Mijdar 2024 li Bakûya Azerbaycanê were lidarxistin, 29emîn lûtkeya cîhanî ji bo guftûgokirina guhertina jîngehê û çareserkirina metirsiyên guherîna avhewayê li cîhanê ye. Biryar e her yek ji Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî konferansê bibin.

Serokê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq ji malpera KDP.info re behda beşdarbûna serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîr, nûnerên komîsyona jîngehparêzî û nûnerên wezaret û dezgehên peywendîdar di civînên herêmî û navdewletî yên derbarê enerjiya nûjen û guhertina avhewayê de kir, ku dê behsa pêngavên Herêma Kurdistanê bikin ji bo abûriyeke kesk a berdewam û veberhênana di warê jîngehê de.

Wî got ku ji ber guherîna avhewayê ku hinek bandorên wê li Iraq û Herêma Kurdistanê derketine û sûdwergirtina ji ezmûna welatên pêşkeftî di warê veberhênana jîngehê de bi pirojeyên ku dê guherîna avhewayê kêm bike, yan jî bi bandorên wê re biguncîne. Ew jî bi riya projeyên hevpar ên di navbera sektora giştî û taybet, ajansên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî, dostên me yên di civaka navneteweyî de, veberhêner û rêxistinên hawirdorê yên navxweyî û navneteweyî.

Edulrehma Sidîq wiha jî got, Beşdarbûna Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê giring e, ji ber ku dê serok û rêberên cîhanê bi hewlên Kurdistanê di çarçoveya pêngavên cîhanî de ji bo dîtina çareyan ji bo guherîna avhewayê nas bike û hewlên Herêma Kurdistanê li ser nexşerêya cîhanê liber çav bixi. Ew jî li ser Rêkeftina Çarçove ya Guhertina Avhewayê û bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê di danîna biryar û pêşniyaran de di warê guherîna keşûhewayê de. Herwaha ew pêdagiriyên jîngehparêzî yên di karnameya kabîneya neh a hikûmeta Herêma Kurdistanê de cih girtine û pêwîstiyên Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtin li ber bandorên nerênî yên guherîna avhewayê û bihêzkirina pêgeha şanda teknîkî ji bo pirsgirêkên cîhanî yên weke guherîna seqayê.