Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fazil Mîranî û Konsulê Brîtanya: Peywendiyên me dîrokî û serkeftî ne

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Kurdistan û Brîtanya de wek dîrokî û serkeftî hatin binavkirin.
Îro Fazel Mîranî Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêşwazî li Andrew Beasley Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê kir.


Di hevdîtinê de Fazil Mîranî bi xêrhatina şanda mêhvan kir û ronahî xist ser rewşa niha ya Kurdistan, Iraq û navçeyê. Derbarê rewşa Kurdistanê de jî Mîranî got, hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoyê û pêkanîna hikûmeta nû amade dikin.
Mîranî amaje bi wê yekê jî kir ku tevî neşandina bûdce û mûçeyan ji aliyê Bexdayê ve bi awayekî rêkxistî, lê Herêma Kurdistanê li ser avadankirin û geşepêdanê berdewam e û hêvî xwest ku ev rewş bi dawî bibe.
Derbarê rewşa navçe û Îraqê de jî Mîranî tekezî li ser wê yekê kir ku, navçe ber bi nearamiyê ve diçe û em hêvîdar in her aliyek rola xwe bo aramkirina deverê bibîne.
Ji aliyê xwe ve Andrew Beasley Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê jî spasiya Polîtbîroya PDKê kir ji bo hêsankariya vê hevdîtinê û têkeliyên navbera hikûmeta Brîtanya û gelê Kurd bi dîrokî û serkeftî wesif kir û hêvî xwest ku Kurdistan û gelê Kurdistanê her pêş bikevin