Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê li Azerbaycanê hat vexwandin

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê parve kiriye, ku wî pêşwaziya Balyozê Azerbaycanê Nasir Mamadov li Iraqê kir.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku wî pêşwaziya Balyozê Azerbaycanê li Îraqê Nasir Mamadov kir û danûstandin li ser çawaniya bihêzkirina peywendiyên dualî di navbera her du welatan de kirin.

Herwesa Balyozê Azerbaycanê li Îraqê nameya vexwandinê ya welatê xwe pêşkêşî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ji bo tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê COP29 ku li Bakuya paytexta Azerbaycanê tê birêvebirin.

Konferansa Guhertina Keşûhewayê ya Neteweyên Yekgirtî (COP29) dê di 11 heta 22 Mijdara îsal li Bakuyê lidar bikeve.