Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya koça dawî ya parêzgarê berê yê Nînowayê Serok Barzanî peyamekî serxweşiyê belav kir.

Di peyama xwe de Serok Mesûd Barzanî got: “Bi mixabinî min nûçeya koça dawî ya parêzgarê berê yê Nînowayê Dureyd Keşmûle bîhîst. Ez sersaxiyê dikim malbat û merivên xwedê jê razî Dureyd Keşmûle û hemû dost û kesên wî dikim û xwe wek şirîkê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wî bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.’’