Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî telefona Berpirsê PDKê li Germyan kir û li rewşa wî pirsî

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî tilefona Berpirsê Liqa 22ê ya Germyanê ya PDKê kir û li rewşa wî pirsî.

Serok Barzanî îro Sêşema 16.07.2024 bi rêya tilefonê peywendî bi Berpirsê Liqa 22ê ya Germiyanê ya PDKê Ekrem Salih kir.

Jibilî pirsîna rewşa wî, Serok Barzanî di wê peywendiyê de dilxweşiya xwe ji bo silametiya Berpirsê Liqa 22ê ya Germiyanê ya PDKê diyar kir.

Herwiha Serk Barzanî kiryara terorsitî ya li ber deriyê mala Berpirsê Liqa 22ê ya Germyanê ya PDKê şermezar kir û ragihand, biker û ew kesên li pişt wê kiryara terorsitî ne bi piştrastî ve dê berdêla wî karê xwe yê têkderane bidin.”