Hewlêr-KDP.info- Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê radigehîne, “Koma têkder a PKKê ji ber bomba çandî otombîla berpirsekî pilebilind ê hizbî li bajarê Kelarê kir armanc.”
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îro Sêşema 16.07.2024 ragihandinek parve kir û tê de hatiye, “Ev demek e koma têkder a PKKê bi awayekî bernamekirî bizavê ji bo terorkirina welatiyên Herêma Kurdistanê û kadir û endamên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike, bi karên xwe yên şerxwazane zirarê digehînin ser û malên welatiyên Herêma Kurdistanê.”
Tekesta ragihandina Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê:
“Ev demek e koma têkder a PKKê bi awayekî bernamekirî bizavê ji bo terorkirina welatiyên Herêma Kurdistanê û kadir û endamên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike, bi karên xwe yên şerxwazane zirarê digehînin ser û malên welatiyên Herêma Kurdistanê.
Di dawî kiryara wê ya şerxwazane de li roja 15.07.2024ê bi rêya bomba çandî otombîla berpirsekî pilebilind ê hizbî li bajarê Kelarê kir armanc.
Wê koma têkder di dema sê salên borî de gelek welatî û endamên hêzên bergiriyê li Kurdistanê kirine armanc, ku hejmareke wan şehîd bûn û herwesa di hejmareke karên xwe yên têkderane de serkeftî nebûn û hatin pûçkirin.
Ew kom bi wê yekê jî ranewestiya, belkî bi şewitandina cihên giştî û sûk û molan li Herêma Kurdistanê û deverên din kîna xwe darêt û bû sedema gehandina zirarê ji bo kedkar û welatiyên xweşevî yên Herêma Kurdistanê.
Ew kom bûye alavek ji bo bazirganîkirin û belavkirina madeyên hişber û karên neqanûnî li deverê û li ser astê navdewletî.
Ev zêdegaviya koma têkder a PKKê pêşeroja deverê dixe ber metirsiya navçeyî û navdewletî û rengvedanên nerênî û nexwastî li dû xwe tîne, berdewamkirina wan kiryaran bê bersivê nabe û serkirdetiya wê komê ji her encamp û rengvedanekê berpirs e.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê
16ê Tîrmeha 2024ê”