Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî tevlî merasîma Roja Niştîmanî ya Fransayê bû

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî, Konsulxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê Roja Niştîmanî ya Fransayê tê bibîranîn.

Ev merasîm ji bo sala sêyê li ser hev bi amadebûna Serok Barzanî li bajarê Hewlêrê hat kirin, ku di çarçoveya wê de gotarek pêşkêş kir û tê de tekez li ser dostîniya dîrokî û peywendiya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê kir.

Li Her sal li roja 14ê Tîrmeha hemî salanTîrmehê ew bîranîn li Fransayê û nûnerîtiyên diplomatîk ên wî welatî li cîhanê tê kirin, bi helkeftina Roja Niştîmanî ya Fransayê. Her wekî welatên din, Fransa li Hewlêrê jî wê bîranînê pîroz dike.

Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem jî ji aliyê xwe ve gotarek pêşkêş kir û tê de bixêrhatina Serok Barzanî kir û dilxweşiya xwe ji bo berdewamiya hevparî û peywendiyên welatê xwe û Herêma Kurdistanê diyar kir. Herwesa amaje da hevahengiya Fransayê û hêza Pêşmergeyan di rûbirûbûna rêkxistina teroristî ya DAIŞê de û silav û rêz ji bo Pêşmergeyan û serbazên Fransayê şandin ku bi hev re xebat kir.

Yan Brem herwesa got, “Ev ji bo dema heşt mehan e ku ez wekî Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê kar dikim, min hest bi dostîniya bihêz a navbera gelê Fransayê û Kurdan de kir, di hemî warên siyasî, ewlehî, keltûrî, perwerdeyî û zanistî de.”

Navbirî di derheqa çalakiyên îsal de jî amaje da, “Li meha Îlona bê forma aborî ya Herêma Kurdistanê û Fransayê ji bo mukomkirina peywendiyên navbera kompaniyên her du welatan tê kirin. Herwesa Peymangeha Fransayî li Hewlêrê bernameyên xwe nû dike û li piraniya deveran çalakiyan dike.” Eşkere jî kir, “Îsal bîranîna 100 saliya bûna Danielle Miteran jî li Hewlêrê tê kirin.”