Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî bi telefonê ligel Serokomarê nû yê Îranê axivî û pîrozbahî lê kir

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi helkefta hilbijartina Mesûd Pizîşkiyan wek Serokomara Îslamî ya Îranê pîrozbahiyê lê kir û di kar û erkên wî da hêviya serkeftinê jê ra xwest.

Nêçîrvan Barzanî amadeyî û xwesteka Herêma Kurdistanê û gelê wê ji bo pêşxistina peywendiyên dostane yên demdirêj û hevkariyên hevbeş di hemû waran de bi Komara Îslamî ya Îranê re li ser esasê rêzgirtin û berjewendiyê hevbeş û cînartiya baş ku bibe sedema geşepêdana her du gel û welatan dûpat kir.

Serokê Herêma Kurdistanê ev yek jî piṣtrast kir ku serkirdayetiya Serok Pizîşkiyan dê dostaniya di navbera herdu aliyan de kûrtir bike, her wek di civîna dawî ya digel cenabê Rêberê Şoreşa Îslamî û berpirsên payebilind yên Komara Îslamî ya Îranê xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo hemahengiyê nîşan da û ji bo paşerojeke baştir ya her du welatan herwesa ji bo aştî û aramiya li navçeyê.

Ji aliyê xwe ve, Mesûd Pizişkiyan, Serokê hilbijartî yê Komara Îslamî ya Îranê, xweşhaliya xwe bi peywendî û pîrozbahiyên Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan da û tekezî li ser xwesteka Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêşdabirina têkeliyan digel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser peywendiyên dostane yên dêrîn yên gelên Îran û Komara Îslamî ya Îranê bi Herêma Kurdistanê re kir.