Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Konsulê Tirkiyê pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê nû yê Tirkiye li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gotûbêj kirin.
Îro Çarşema 10ê temmûza 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Erman Topçu Konsulê nû yê Tirkiye li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsulê nû yê Tirkiye li Hewlêrê silav û rêzên Wezîrê Derveyê Tirkiye bi Serok Barzanî gihand û tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwazyarê eweye baştirîn peywendî li warên cûr bi cûr de li gel Herêma Kurdistanê da hebê. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê serdana Serok Barzanî ya Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin û Konsulê Tirkiye wê serdanê bi dîrokî û bi bandor wesif kir.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî behskirina sedemên serdana heftiya derbasbûyî ya Bexdayê ewe jî dûpat kir ku hevtêgihiştin û diyalog li çarçêweya destûrê baştirîn rêye ji bo çareserkirina kêşeyan. Her wiha li erk û karên wî yên nû da hêviya serkeftinê ji bo Konsulê nû yê Tirkiye xwest.

Rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.