Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balyozê Îranê: Serdana Serok Barzanî bo Bexdayê giring e û em piştevaniyê lê dikin

Bexda-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Îran li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Balyozê Îranê ragihand ku welatê wî bi girîngiyê ve li serdana Serok Barzanî ya Bexdayê dinere û piştevanê wê ye.

Îro Pênçşema 04.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed Kazim AlSadiq Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî armanc û sedemên serdana xwe ya Bexdayê diyar kir.

Her di vê hevdîtinê de Balyozê Îran li Iraqê ragihand ku welatê wan bi girîngiyê ve li serdana Serok Barzanî ya Bexdayê dinere û piştevanê wê ye. Hêvî jî xwest encama erênî ji vê serdanê bikevê û kar bi wê rêkeftinan bê kirin ku di navbera aliyên Iraqiyan da heye.

Peywendiyên dualî mijareke dinî vê hevdîtinê bû.