Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Nûrî Malikî li Bexdayê civiyan

Bexda-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa kir.

Îro Pênçşema 04.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûrî Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa kir.

Di hevdîtinê de di derbarê peywendiya dualî û danîna mekanîzma hemahengiyê li gel aliyên pêkhênerên Çarçoveya Hemahengiyê gotûbêj kirin.

Rewşa siyasî û keşeyên li pêşiya proseya siyasî û mijara diyarkirina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê mijareke dinî vê hevdîtinê bûn.