Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Pêwîst e ku diyalog bibe bingeh ji bo çareserkirina kêşeyan

Bexda-KDP.info- Li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî û Muhsîn Mendelawî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê bi wekalet civiyan.

Di civînê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê bi wekalet pêzanînên xwe ji bo rola dîrokî û pêgeha Serok Barzanî ya di proseya siyasiya Iraqê de hebû û hêvî xwest hebûna Serok Barzanî alîkar be ji bo çareserbûna kêşeyên Iraqê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî tekezî li ser hebûna niyeta paka aliyan kir û bi pêwîst zanî ku diyalog bibe bingeha cêgîr ya ji bo çareserkirina kêşeyan.

Her di vê civînê de babeta diyarkirina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û çend pirsekî dinê taybet bi parêzgehên Iraqê hate guftûgo kirin.