Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî li Bexdayê pêşwazî li Balyozê Fransa kir

Bexda-KDP.info- Li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina bi kêşe û giriftên siyasiyên Iraqê, sedemên serdana xwe ya Bexdayê û hevdîtina li gel aliyên siyasiyên Iraqê şîrovekir.

Her di vê hevdîtinê de Balyozê Fransa li Iraqê bi girîngiyê ve behsa serdana Serok Barzanî ya Bexdayê kir û pêşwaziyê jî li diyarkirina dema birêveçûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir û ragihand welatê wî piştevaniyê li baştirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal dike.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransa û pêşketinên navçeyê mijarên dinê vê civînê bûn.