Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo Balyozê Çînê: Niyeta çareserkirina kêşeyan tê dîtin

Bexda-KDP.info- Li bajarê Bexdayê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Tisuy Wî Balyozê Çîn li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî got ku niyeta çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de tê dîtin

Di hevdîtinê de tîşk xistin li ser rewşa siyasî ya Iraqê û Serok Barzanî sedemên serdana xwe ya Bexdayê û civîna li gel aliyên siyasiyên Iraqê xisterû û ragihand ku niyeta çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de tê dîtin û bi derfetekî baş ji bo yekalîkirina kêşeyan û berçavgirtina berjewendiyên niştimaniyan da zanîn.

Her di vê hevdîtinê de Balyozê Çînê xweşhaliya xwe ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexdayê nîşan da û piştevaniya welatê xwe jî ji bo çareserbûna giriftên di navbera Hewlêr û Bexdayê ragihand. Her wiha xweşhaliya xwe jî ji bo diyarkirina dema birêveçûna hilbijartina Parlemena Kurdistanê derbirî.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Çînê li warên cûda cûda mijarên dinê vê civînê bûn.