Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezareta Navxwe ya Iraqê: PKK Bazarên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê şewitandin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand ku toreke ser bi PKKê, Yekîneya 70 û Yekîneya Dije-Terorê ya Silêmaniyê di heyama borî de çend bazar û navendên Herêma Kurdistanê şewitandine, ew jî bi mebesta têkbirina aramiya Herêma Kurdistanê û lawazkirina aboriya wê.
Îro Duşema 01.07.2024 Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Mîqdad Mîrî di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî, ragihand ku toreke ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û 2 endamên Yekîneya 70 ya Pêşmerge û Yekîneya Dijî Terorê ya Silêmaniyê li pişt wan hemû şewatan bûn ku di dema borî de li bazarên Kerkûk û Herêma Kurdistanê derketibûn.
Li gorî Mîqdad Mîr, lêkolînên ku bi hemahengî li gel dezgehên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê hatine kirin, eşkere kiriye ku armanca wan kesan ji şewitandina bazara Qeyserî li Kerkûkê, bazara Lengê ya li Hewlêrê, bazara Çelê ya Duhokê û çend cihên din li Herêma Kurdistanê, lewazkirina abûriya wan parêzgehan bû, ji ber ku wan şewatan zêdetir ji 300 milyon dolar ziyanên aborî encam dane û armanceke din jî têkdana aramiya Herêma Kurdistanê bû.
Mîrî wiha got jî: “Tometbaran li tawanên xwe mukur hatine û plan kiribûn ku di demek nêzîk de êrişî çend cihên din li Bexda û parêzgehên din ên Îraqê bikin, lê hêzên ewlekarî yên Îraqî û Kurdistanê bi hemahengî li gel hev, karîn planên wan pûç bikin.”
Li gor daxuyaniya Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê, wê grûpê li Herêma Kurdistanê çend cih şewitandine, wek bazara Langê ya Hewlêrê, embarek li Quştapeya Hewlêrê, bazara Langê bo cara duyemîn, sûka Qeyseriyê ya Hewlêrê, bazara Çelê ya Duhokê û çend cihên din.
Mîrî da zanîn, di dema girtina wan tohmetbaran de, dest danîne ser çend madeyên kîmyayî yên ku ji bo şewitandina bazar û navendên Herêma Kurdistanê alîkariya wan kirine. Herwiha Armanceke din a tora PKKê, Yekîneya 70 û Yekîneya Dijî Terorê ya Silêmaniyê teqandina boriya petrolê ya Cîhanê bû ku ji Kerkûkê diçe Tirkiyê.”