Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parêzgarê Helebce: Divê em spasiya Mesrûr Barzanî bikin

Helebce-KDP.info- Parêzgarê Helebce ragihand ku, sayloya Helebce ku bi bihayê 27 milyar dînaran hatiye çêkirin û salane 400 hezar ton genim lixwe digre, dê valahiyeke mezin li navçeyê tijî bike, lewma gerek em spasiya Mesrûr Barzanî bikin.
Îro Yekşema 30.06.2024 Parêzgarê Helebce Azad Tofîq di merasîma vekirina sayloya Helebce bi amadebûna serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, di yekem serdana serokwezîrê ya îsal bo Helebceyê de, me 9 xal di meha Sibatê de pêşkêş kirin. Ev serdana wî jî ji bo vekirina sayloya Helebce ye, ku bi bihayê 27 milyar dînaran hatiye çêkirin û salane 400 hezar ton genim lixwe digre.
Parêzgarê Helebce wiha jî got: “Herêmên Helebce, Şarezûr û Hewraman ku bi çandinî û geştiyariyê navdar in, ev saylo ku hatiye avakirin, dê valahiyeke mezin tijî bike, lewma gerek em spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bikin.”
Herwiha got: “Em hêvîdar in ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê encamên baştir û geşbûna zêdetir ji bo bajar û parêzgeha me bîne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li parêzgeha Helebceyê di merasîmeke taybet de kevirê bingehîn ê sayloya Helebce danî.