Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dest bi amadekariyên xwe ji bo piroseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike.
Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed îro Çarşema 26.06.2024 li ser diyarkirina dema nû ya piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ragihandinek belav kir.
Daxuyaniya berdevkê PDKê wiha ye:
“Di sala 2022yê de partiya me PDKê gelek hewlda ji bo berî temambûna dema yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê tevdîrên pêwîst ji bo helbijartinên dema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê bên dest pê kirin, lê mixabin gelek astengî hatin avakirin. Ew astengî bi ziyanê proseya siyasî û yasayî ya Herêma Kurdistanê ve bi encam bûn û rengdaneke xirab li hember desthilat û mafên Herêma Kurdistanê li dû xwe anî. Piştî wê jî me hewlda ew pêşneyarên hebûn, ji bo parlamentoya hatî helbijartin bicîh bihêlin ji bo çareser bikin bi awayekî yasayî çareserî pêkbê, lê ji bo wê jî rêgirî hate kirin.
Ji bo wê jî roja 18.03.2024ê partiya me li gel diyarkirin û amaje pê kirina kêmasiyan û nedadperweriyên ku hebûn, çi mafên pêkhateyan heta pirsgirêkên pencemor û hewla bêbeşkirina sedan hezar kesan ji dengdanê, helwêstê xwe ji bo civaka tekoşer a Kurdistanê ragehand. Ev û gelek mijarên din ên peywendîdar bi tevdîrên proseya helbijartinê ve girêdayî, ku piştî wê helwêsta partiya me beşek ji wan têbinî û kêmasiyan hatin çareserkirin û beşek ji wan jî tên çareserkirin. Herçend hemû çareserî sedî sed nebûn jî, lê beşek ji mafan ji bo pêkhateyên Kurdistanê hatin vegerandin û mijarên din jî beşek ji wan hatine çareserkirin, ji bo wê jî piştî ragehandina dema helbijartinên dema şeşem ên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê birêz Serokê Herêma Kurdistanê ve, partiya me jî dest bi amadekariyên xwe yên ji bo proseya helbijartinên Parlamentoyê dike. Hêvîdarin helbijartineke demokratîk û paqij û şefaf birêve biçe, ku encamên wê di berjewendiya xelkê Kurdistanê de be.
Mehmûd Mihemed
Berdevkê PDKê
26.06.2024”