Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî roja hilbijartinan diyar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê roja 20.10.2024ê wekî jivanê nû yê hilbijartinên giştî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kir.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro Çarşema 26.06.2024 di konferanseke rojnamevanî de ragehand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar li ser derxistina fermana herêmî ya hejmar 222 a sala 2024ê da, ku tê de hatiye: li dû benda duyê, madeya dehê, ji qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, hejmar yek a 2005ê ya edilandî, me biryar li ser van xalan da:

1. Diyarkirina roja 20.10.2024ê wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên giştî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistana Îraqê.

2. Tevaya aliyên peywendîdar bi bicihanîna karên pêdivî ji bo alîkarî û hevahengiyê bi Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê re ji bo bicihanîna vê fermanê pabend dibin.

3. Ev ferman ji roja derkeftina wê tê bicihanîn û li rojnameya fermî tê belavkirin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Jivanê nû yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê piştî helsengandineke temam a pêdivîtiyên hilbijartinan û danûstandinên bi aliyên peywendîdar re û guhdarîkirina dîtin û nerînan hatiye diyarkirin.”