Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û şanda Wezareta Derve ya Îranê tekezî li ser pêşxistina peywendiyan kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serpereştyarê Wezareta Derve ya Îranê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyan kirin.

Îro Îna 14.06.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Elî Baqirî Serpereştyarê Wezareta Derve ya Îranê û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û Iraqê guftûgo kirin û tekezî li ser pêşxistina peywendî û dostayetiya di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamî ya Îranê, taybet li warên aborî û bazirganî û kultûrî kirin.

Her di vê hevdîtinê de Serpereştyarê Wezareta Derve ya Îranê rûmet û pêzanînên xwe ji bo helwesta Herêma Kurdistanê ya li ser rûdana ketinaxwarê ya helîkopterê û can jidestdana Serok Komarê Îranê û şanda pê re hebû.

Her wiha spasiya welatê xwe ya ji bo şandina şanda taybetî ya Herêma Kurdistanê ya ji bo beşdarîkirina li pirseya can ji destdana Serok Komarê Îranê û şanda pê re bi Serok Barzanî gihand.