Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Îran cîraneke giring a Herêma Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê û Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê civiyan û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî got, Îran cîraneke giring a Herêma Kurdistanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro În 14.06.2024 li Hewlêrê bi Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî re civiya.

Herdu aliyan di wê civînê de giringiya peywendiyên Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re li ser bingeha cîrantiya baş û berjewendiyên hevpar tekez kir, herwesa daxwaza dualî ji bo pêşxistina wan peywendiyan xasma di warê aborî û bazirganî de diyar kir.

Elî Baqirî jî rêz û spasiyên Komara Îslamî ya Îranê ji bo Herêma Kurdistanê tekez kirin ku, hêsankariyan pêşkêşî serdankerên Îranê dike dema ku di deriyên sinorî yên Herêma Kurdistanê re serdana mezar û cihên pîroz ên dînî li başûrê Îraqê dikin.

Nêçîrvan Barzanî jî spasiya alîkarî û piştgiriya Îranê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir û tekez jî li ser hebûna peywendiyên baş ên navbera wan kir, herwesa Îran wekî welat û cîraneke giring wesifand û di vî warî de amaje da peywendiyên dêrîn.

Rewşa deverê bi awayekî giştî û çend pirsên ku ji bo her du aliyan giring in mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn ku hejmareke berpirsên Herêma Kurdistanê jî tê de berhev bûbûn.