Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Me civîneke gelek baş bi Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê re hebû

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civîna xwe ya bi Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê wekî civîneke gelek baş diwesifîne dibêje, “Me danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî kir.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (În, 14.06.2024) pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê û şanda pê re kir. Piştî temambûna civîna wan jî ku nêzî seetekê vekêşa, her du aliyan konferanseke rojnamevanî ya hevpar lidar xist.

Mesrûr Barzanî: Civîna me gelek baş bû

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê konferansê de bi navê xwe û hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê bixêrhatineke gerim li Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî ji bo Bexda û Hewlêrê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa naveroka wê civînê de jî got, “Me civîneke gelek baş li ser pêşxistina peywendiyên dualî, çawaniya baştirkirina peywendiyên aborî yên navbera Îran û Îraqê û xasma Herêma Kurdistanê û herwesa baştirkirina seqamgiriya siyasî li deverê bi cenabê wezîrî re hebû.”

Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Me behsa arêşe û aloziyên ewlehiyê yên devera me kir; em li ser wê yekê hevnerîn bûn ku seqamgiriya deverê di berjewendiya her du aliyan û tevaya deverê de ye.”

Tevaya gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên di wê konferansê de:

Ez bi navê xwe û hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê bixêrhatineke gerim li rêzdar Serperiştê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Elî Baqirî Kenî ji bo Bexda û Hewlêrê dikim. Tu gelek gelek bixêr hatî, cenabê wezîrî.

Me civîneke gelek baş li ser pêşxistina peywendiyên dualî, çawaniya baştirkirina peywendiyên aborî yên navbera Îran û Îraqê û xasma Herêma Kurdistanê û herwesa baştirkirina seqamgiriya siyasî li deverê bi cenabê wezîrî re hebû.

Me behsa arêşe û aloziyên ewlehiyê yên devera me kir; em li ser wê yekê hevnerîn bûn ku seqamgiriya deverê di berjewendiya her du aliyan û tevaya deverê de ye.

Careke din ez bixêrhatineke gerim li cenabê wezîrî dikim, gelek gelek bixêr hatin.