Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Tirkiyê li ser peywendiyan axivîn

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê dike, Konsulê Nû yê Tirkiyê jî ji aliyê xwe ve hêvî dike ku bikare peywendiyên her du aliyan zêdetir pêş bixe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşema 13.06.2024 pêşwaziya Konsulê Giştî yê Nû yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu kir. 

Jibilî bixêrhatin û pîrozkirina destpêkirina karî wekî konsulê nû yê welatê wî, Nêçîrvan Barzanî hemî pişgiriya xwe ji bo biserxistina erkê wî diyar kir.

Konsulê Giştî yê Nû yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî ji aliyê xwe ve dilxweşiya xwe ji bo destpêkirina karê xwe yê nû diyar kir û herwesa hêvî kir ku di çarçoveya erkê xwe de bikare peywendiyên her du aliyan zêdetir pêş bixe.

Rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê û deverê bi awayekî giştî jî herwesa mijarên tewerekî din ê wî hevdîtinê bûn.