Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan tekezî li ser hevgirtina hêzên Pêşmerge kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Nêçîrvan Barzanî digel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan civiya û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser hevgirtina hemû hêzên Pêşmerge kirin.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Pêncşema 13.06.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya General Joel Vaul Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re kir.

Di civînê de rewşa ewlekarî û metirsiya terorê û gefên DAIŞê li ser ewlekarî û aramiya Iraq û Sûriyê hate gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û hêzên hevpeymanan hat kirin.

Her di vê civînê de ku, Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û Sûpasalarê Pêşmerge amade bûn, tekezî li ser serxistina proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û hevgirtina hêzên Pêşmerge jî hate kirin. Di vê derbarê de herdu alî li ser girîngiya piştgîriya proseyê û rakirina astengiyan hevdeng bûn.

Rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş jî hatin gotûbêjkirin