Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê nû yê ENKSê: Em dixwazin karê xwe baştir bikin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serokê nû yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, em dixwazin ENKS ji aliyê sazî ve bihêztir bikin û em li ser sê mijaran kar dikin.

Silêman Oso ji Malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê re ragihand: “Armanc, pilan û xebata me li ser sê mijaran e: Yekem, em dixwazin ENKS li Rojavayê Kurdistanê bi sazî bikin û di warê ragihandinê de bihêztir bikin, ya duyem jî, di asta siyasî de em bi giştî di nava opozîsyona Sûriyê de ne û em beşek in ji çareseriya siyasî û beşek in ji danûstandinên navdewletî yên li ser Sûriyê. Em beşek giring in ji danûstandinan û em di nivîsandina destûr de çalak in. Em dixwazin li Sûriyê xwedî rol bin û xwedî maf bin û mafên Kurdan were naskirin.”
Oso wiha got: “Em dixwazin di hevpeymaniya opozisyonê û civaka navdewletî de dengê me bilind be û beşdariyê di biryarên navdewletî de bikin, bi taybet konferansa Riyad 2, ku tê de me mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bicîh kiriye û mafên me hatin naskirin.”
Serokê nû yê ENKSê wiha got: “Em dixwazin di Komîteya Têkiliyên Derve de jî aktîv bin û têkiliyên xwe bi welatên Ereb re xurtir bikin. Xala sêyemîn jî ew e ku em dixwazin têkiliyên Kurd-Kurd bihêztir bibin û ew peymanên ku me di bin çavdêriya Serok Barzanî de kirine, bicîh bikin. Lê mixabin PYD pêbendî rêkeftinê nebûye. Me dixwest ew rêkeftin bicîh bibana, lê mixabin serî negirt û PYD asteng bû.”