Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Gelo PDK hişk รป serhişk e?

Salar Osman


Beşa Duyem

Her di nava mijara ragihadinê de behsa çend têgehan hatiye kirin, eger bi lez be jî, em nikarin awirekê lê nekin, wek: (Hevqebûlkirin, Mirovdostî, Bihevrejiyan), ku her yek ji wan çemkan ji bo PDK û ragihandina wê, bingeh in, bawerî ne, rewangeh in û çûne nava dîrokê û hê jî bi heman kûrahiya dîrokî li ser têne xebitandin.

Ger em li qonaxan binerin, ew yek bi zelalî ji me re piştrast dibe ku rêbaza Barzanî rêya herî ronak a hevpejirandin, mirovdostî û bihevrejiyanê ye li navçeyê. Cewhera PDK, pêkhateya wê, qebûlkirina hemûyan, nerîn û dîtinên wê, hertim parêzvaniya wê li cudahiyan, ruhê wê yê beşdarbûn û hevbeşiya kesên din; heya bi şerê ku niha dike di pirsa kursiyên pêkhateyan de, ev pêngav hemû belge ne li ser wê rastiya zelal, ku baweriya PDK bi wan prensîpan heye û ji sloganan zêdetir berxwedanê dike, eger bibe şer jî. Bêguman şerê medenî di vê demê de. Her PDK li meydanê tê dîtin û qet vê meydanê bernade.

PDK van têgehan hemûyan di medyayê de diparêze, ger mirov li atlasa medyaya PDKê binere ji hemûyan rengên fireh li xwe digre û ev rengên cuda û pirbûna peyvan îspat dike ku PDK di medyayê de xwedî doz e û dizane çi bike û ber bi ku ve biçe.
Carnan em dibhîzin ku qaşo PDK hişk e, carinan jî bêtir pê de diçin û dibêjin ku PDK serhişk e!.. Bawer nakim ku heya niha ji bo rastiya van wesfan baş gotûbêj û şirove û danûstandin hatine kirin. Bi kurtî PDK ne hişk e û ne jî serhişk e, rastî ew e ku PDK rastbêj e baweriyên xwe, pêdagir e û naxwaze meydana bingeh û prensîpên xwe vala bike, PDK naxwaze dîroka xwe ya tije xebat û têkoşan û qurbanîdan bavêje pişt xwe, ku armana wê: (Hevqebûlkirin, mirovdostî û bihevrejiyan e). Îro ji hemû rojan zêdetir Serok Barzanî tekeziyê li ser wan armancan dike û me hemûyan dixe ser riya rast. Riya rast a ku ji bo her kesî ronahî ye û beşek e ji proseya avakirina pêşeroja Kurdistanê.