Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serkirdeyekî PDKê: Serok Barzanî hertim ji me dixwaze ku em di xizmeta xelkê de bin

Hewlêr-KDP.info– Endamekî Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje, PDK di nava dil û mejiyê xelkê de ye û gav bi gav geş dibe. Herwiha tekez kir ku Serok Barzanî hertim wan han dide ku di nava xelkê Kurdistanê de bin.


Arî Nanekalî endamê Serkirdatiya PDKê ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Bi damezrandina PDKê re di sala 1946an de, gav bi gav heya şoreşên Îlon û Gulanê û raperîna sala 1991ê û heya niha jê PDK û gelê Kurdistanê ji hev nehatine cudakirin, û PDK bi baweriya milet destkeftên Kurdistanê parastiye.”


Nanekelî wiha got: “PDK herdem ji hilbijartinan re amade ye. PDK bi dehan caran Herêma Kurdistanê ji metirsiyan parastiye, û herdem bûye pirek mezin ji bo gihandina daxwazên gel, ku bê cudahî piştgirî daye pêkhateyên Kurdistanê. PDK li kuderê bûye, aramî û bawerî li wir bûye. PDK pişt e ji bo hejaran û ji bo hemû beşên civakê. PDK wek sîwaneke mezin e. Destkeftên ku bidest hatine, berhemên têkoşîna PDKê ne.”


Arî Nanekelî wiha domand: “Serok Barzanî hertim me han dide ku em di nava gel de bin û xizmeta gelê Kurdistanê bikin, li ser daxwaz û pêşniyarên Serok emê li ser xizmeta gelê Kurdistanê berdewam bin.”