Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Polîtburoya PDKê pîrozbahiyê li YNKê dike

Hewlêr-KDP.info- Polîrburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 49emîn salvegera damezrandina YNKê de, tekezî li ser hevahengî û yekrêziya di navbera hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê de dike ji bo çareserkirina pirsgirêkên niha û parastina destkeftên gelê.

Polîtburiya PDKê îro Şemiya 1.6.2024 peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî û endamên Polîtburoyê û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê kir.

Di peyamê de hatiyê: “Bi boneya 49emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), em pîrozbahiyeke germ li we, kadro, endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikin û hêviya berdewamî û serkeftinê ji we re dixwazin.”

Polîtburoya PDKê wisa berdewam dike: “Careke din em tekeziyê dikin li ser pêwîstiya hemahengî, yekrêzî û têkoşîna hevbeş li kêleka hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên niha û parastina destkeftên gelê me û berevanîkirina li qewareya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina saziyên wê.”