Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kurdistan nêteke cîdî heye ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên ligel Bexdayê

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku pirsa çareserkirina mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê û mûçeyê hêzên ewlehiyê û çend pirsên din li ser masa gotûbêjê ya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye û diçe bo Bexdayê.

Îro Pêncşema 30.05.2024ê berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewrmanaî di tora xwe ya civakî ya facebookê de derbarê serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexdayê ragehand, çareseriya bingehîn a mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê, mûçeyê nehatine yê hêzên ewlehiyê û pirsa dubare destpêkirina henardekirina petrolê bo derve û genimê cotkaran û çend dosyayên din li ser masa gotûbêjê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye û dibe Bexdayê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, Herêma Kurdistanê xwedî nêteke cîdî ye û bi awayekî rast û dirust ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan li gel Hikûmeta Federal û li ser bingehê destûrê, herwaha parastina mafên xelkê Herêma Kurdistanê baweriya temam a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye û yekem roja destbikarbûna kabîneyê bi vê dîtinê ve ji bo hemû pirsgirêkên bingehîn destpêşxere.