Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û şanda Wezareta Derve ya Qeterê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Qeterê kir û di wê hevdîtinê de tekez li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Dohayê de di warên geştyarî, aborî û geşepêdanê de hate kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro Şemiya 25ê Gulanê pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Qeterê kir ku ji Sekreterê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeter Ehmed Bin Hesen El-Hemadî, Balyozê Qeterê li Iraqê Sultan Bin Mubarek El-Kubeysî û Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê Husên Bin Elî El-Fezala pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya navçeyê û metirsî û astengiyên li pêşiya aramiya navçeyê gotûbêj kirin û Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku baştirîn rê ji bo çareserkirina kêşe, astengî û aloziyan, wergirtina rêbaza diyalogê û dûrxistina ji şer û wêraniyê ye.

Herwiha di civînê de tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Qeterê de di warên geştyarî, aborî û geşepêdanê de hat kirin.