Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê pêwendiyên dualî nirxandin

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Îna 24.05.2024ê li bajarê Ebûdabî, ji aliyê Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtineke dostane de peywendiyên Îmarata Erebî ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin û her wiha li ser pêşhatên dawî yên li navçeyê danustandina bîr û ramanan kirin.

Herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina têkiliyên di warên aborî, bazirganî û hevkariyên di warê enerjiyê de kirin û herwesa behsa derfet û warên sermayerazandin û veberhênana Îmaratî li Iraq û Herêma Kurdistanê û bi taybetî di warên jêrxan û projeyên geşepêdanê de gotûbêj kirin.

Di derbarê rewşa Rojhilata Navîn û encamên wê, herdu aliyan li ser girîngiya karkirina hevbeş û hevkariya hevbeş û gişt alî ya welatan ji bo parastina aştî û aramiyê û nehiştina berfirehbûba aloziyan de hevnerîn bûn.

Herdu serokan, herwiha peywendiyên Hewlêr û Bexdayê digel welatên cîran û navçeyê, guhertina av û hewayê û encamên wê û çendîn mijarên din yên cihê girîngiya her du aliyan bûn di civîna xwe da gotûbêjkirin.