Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Balyozê Kuweyt tekezî li ser giringiya bihêzkirina pêwendiyên dostane kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Kuweytê li Îraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser giringiya bihêzkirina pêwendiyên dostane kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşema 23.05.2024 pêşwaziya Balyozê Kuweytê li Îraqê Tariq Ebdula Ferec kir.

Di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Kuweytê li Herêma Kurdistanê Osman Dawid jî tê de amade bûbû, tekez li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Kuweytê de hat kirin ku dîrokeke hevpar di rûbirûbûna stem û diktatoriyê de heye.

Balyozê Kuweytê amaje da ku dewleta Kuweytê bi çavê rêz û giringiyê ve li rol û pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre û viyana welatê xwe jî ji bo pêşxistina peywendiyên dualî tekez kir.

Di tewerekî dinî wê civînê de, herdu aliyan li ser derfetên pêşxistina weberhênana Kuweytê li Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de li hev guhertin.