Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de serkeftî û dîrokî ne

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de behsa giringiya yekrêziya aliyên Kurdistanî ji bo qonaxa niha kir.

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya Partiya Karkerên Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Jan Brem kir.

Di hevdîtinê de Fazel Mîranî pîrozbahiya destbikarbûna Jan Brem kir weke Konsulê nû yê Fransa li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê di erkê nû de jê re xwest.

Di heman demê de Fazel Mîranî peywendiyên dualî yên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê bi dîrokî û gelek serkeftî wesif kir û rola gel û hikûmeta Fransa di piştevanîkirina gelê Kurd û Herêma Kurdistanê bi giring wesif kir.

Mîranî herwiha bi kurtî behsa rewşa Kurdistanê û gelê kurd û xelkê Kurdistanê kir û tekez kir, ku tevî aloziyan jî, Herêma Kurdistanê aramtirîn cih e li navçeyê û pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê kêşeya awayê hizirkirinê û eqliyeta deselatdarên Bexdayê ye, ku destûrê Iraqê binpê dikin.

Fazil Mîranî di wê hevdîtinê de behsa giringiya yekrêziya aliyên Kurdistanî ji bo qonaxa niha kir.

Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê spasiya Polîtbîroya PDKê kir ji bo hêsankirina vê hevdîtinê û kêfxweşiya xwe ya ji bo destnîşankirina wî weke nûnerê dîplomasiya Fransa li Hewlêrê nîşan da û got ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de serkeftî û dîrokî ne. Herwiha hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê li pêşkeftina xwe berdewam be.