Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge navekî pîroz e

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Çarşema 07.02.2024ê, di merasîmekê da li avahiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, piştî îmzakirina fermana pîlebilind kirina 5 efserên Wezareta Pêşmerge bo pileya Lîwa Rukin û Lîwa, pileyên nû li ser milê wan her 5 efseran danî.

Serokê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de pîrozbahiyê li wan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û careke din tekezî li ser pêwîstî û girîngiya serxistina proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku, navê Pêşmerge navekî pîroz e û pêwîst e yekem girêdan û nêzîkatiya Pêşmerge bi ax, welat û gel re be û avêtina gavên bilez û ciddî ji bo yekxistina Pêşmerge bi pêdivî zanî û hemû piştevaniya xwe ji bo vê pêvajoyê nîşan da.

Ji aliyê xwe ve piledarên Wezareta Pêşmerge spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û girîngî pêdana wî bi Pêşmerge kirin û sozê dan ku weke Pêşmerge bi dilsozî xizmeta welat bikin.