Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê dicivin û danûstandinan li ser rewşa ewlehiyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên şer û aloziyên Rojhilata Navîn dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşema 7.2.2024 pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Yaşar Guler kir û herdu aliyan di civîna xwe de danûstandin li ser peywendiyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, arîkariyên hevpar ên navbera wan, rewşa ewlehiyê ya Iraq û Herêma kurdistanê û herwesa dawî pêşhatên şer û aloziyên Rojhilata Navîn û sedem û verêjên wan kirin.

Herdu aliyan tekezî li ser giringiya alîkariyên hevpar ên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin, ji bo parastina aramî û seqamgiriya deverê û parastina ewlehiya sinoran.

Herwesa herdu alî li ser pêdivîtî û bizavên tevalî ji bo rêgirtina li belavbûna aloziyên Rojhilata Navîn û verêjên wan hevnerîn bûn.

Tekezkirina li ser berdewamîdana bi peywendiyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re li ser bingeha berjewendiyên hevpar û cîrantiyeka baş, dawî pêşhatên berhingarbûna terorê û gef û metirsiyên DAIŞê li deverê û çend pirsên dî yên ji bo her du aliyan giring mijarên tewerekê dî yê civîna wan bûn.