Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Koreya Başûr dixwaze pêwediyên xwe ligel Kurdistanê bihêztir bike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşema 14.1.2024an, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê Seungcheol Lim kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest û piştevaniya hikûmetê jî ji bo pêşdebirina pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Koreya Başûr de nîşan da.

Konsulê Giştî yê Koreyê ji bilî nîşandana xweşhaliya bi wergirtina erkê xwe li Herêma Kurdistanê, daxwaza welatê xwe ya bihêzkirina pêwendiyên dualî di warên curbicur de tekez kir, bi taybetî di warê geşepêdana aborî û sûdwergirtina ji ezmûna pêşketî ya Koreya Başûr de.