Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berpirsekî PDK li Kerkûkê: Ji xelkê re eşkere bûye ku tenê PDK xwediyê Kerkûkê ye

Kerkûk-KDP.info- Kargêrê Liqa Sêyem a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand: “Ev şeş sal in hemû partiyên siyasî li Kerkûkê ne, nikarîbûn ala Kurdistanê bilind bikin. PDK berê ku vegere Kerkûkê ala Kurdisanê li bajar bilind kir, lewma xelkê Kerkûkê PDK wek xwediyê Kerkûkê dibînin û berdewam berê xwe didin PDKê.

Kargêrê Liqa Sêyem a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Aram Ehmed Mame ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev hemû xelkê Kerkûkê berê xwe didin PDK, ji ber helwêsta Serok Barzanî ye li ser Kerkûkê û Kurdistanîbûna Kerkûkê, herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) xwediyê Kerkûkê ye. Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê bûne û ev 6 sal in ku nikarin ala Kurdistanê li ser baregehên xwe bilind bikin, ji ber wê jî di nebûna PDKê de ala Kurdistanê nemabû, dema ku PDK vegeriya, beriya vegerê ala Kurdistanê vegerand bajêr. Niha ala Kurdistanê li her derê Kerkûkê bilind bûye.”

Aram Ehmed Mame got: “Heta ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) venegeryabû Kerkûkê, xelkê hizir dikirin ku Kurd venageryane, lewma xwediyê Kerkûkê PDK ye, ji ber wê jî niha xelk diherikin baregeha liqê sêyem û piştevaniya kandîd û lîsta PDKê dikin. Niha me tenê baregehek li ser lîsteya 197 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê vekiriye û ew ewqasî xelk tên û piştevaniya me dikin.”