Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî ji bo Lûtkeya COP28ê çû Îmaratê

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro pêncşema 30.11.2023ê, li ser vexwendina fermî ya Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan Serokê Îmaratê digihe Dubayî.

Serok Nêçîrvan Barzanî di vê serdana xwe da dê roja înê ku, hevdeme digel roja Nîştimaniya Îmaratê, beşdariyê di Lûtkeya Cîhanî ya Av û Hewayê (COP28) bi amadebûn û beşdariya hejmareke ber bi çav ji serokên cîhanê bike ku li bajarê Expo li Dubayî tê lidarxistin

Îmarat dê serokatiya vê gera civînan bike û tê de, dê mijarên girêdayî guherîna av û hewayê, çawaniya rûbirûbûna encamên wê û rola welatan di kêmkirina metirsiyên wê de werin gotûbêj kirin.