Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Konsulê Fransayê tekezî li ser bihêzkirina pêwediyan kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Hewlêrê kir û tekez li ser berdewamî û bihêzkirina pêwendiyên dualî kir.

Îro Çarşema 29ê Mijdara 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Hewlêrê Yan Brem kir.

Di wê hevdîtinê de Serok Barzanî destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem pîroz kir û daxwaza serkeftinê ji wî re kir.

Her di wê hevdîtinê de tekez li ser dostîniya navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê hat kirin, herwesa tekez li ser berdewamî û bihêzkirina pêwendiyên dualî yên navbera herd aliyan jî hat kirin.