Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî mezintirîn kargeha hesin li ser astê Kurdistan û Iraqê vekir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Kargeha Van Steel a Hesin li Hewlêrê vekir ku li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê mezintirîn kargeha asin û şîşikan e.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmên vekirina Kargeha Van steel a asinî de li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û ragehand, “Ev kargeh bi standardên cîhanî û pêşkeftîtirîn teknolojiya hatiye çêkirin û dê feyde ji bo jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê hebe”. Herwesa got, “Ev kargeh di çêkirinê de pabendî şertên parastina jîngehê bû”.

Mesrûr Barzanî wiha jî got: “Ev kargeh dê roleke giring di pêşxistina kertê pîşesazî li Herêma Kurdistanê û peydakirina bi hezaran derfetên karî ji bo ciwanên Kurdistanê de hebe, cihê destxweşiyê ye ku vê kargehê pabendbûna xwe bi liberçavwergirtina bingehên parastina jîngehê û berdewamiya jîngehê diyar kiriye. Ev jî bi rêya bikaranîna rê û teknîkên pêşkeftî ku dosta jîngehê ye”.

Herwesa tekez kir, "Em hêvîdar in rewşa Kurdistanê, Iraqê û deverê ewle û seqamgir bibe û arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bi rengekî bingehîn bên çareserkirin, ji bo ku em di rêya avedankirin û danana jêrxaneya aborî de berdewamiyê bidin karnameya xwe.”