Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Kurdistan dikare sûdê ji ezmûna dewlemend a Japonyayê bigre

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 28.11.2023yê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve merasîmekî taybet ji bo proje û çalakiyên ajansa JICA ya Japonî li Hewlêrê birêve çû û di wê merasîmê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotarek pêşkeş kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Ez gelek keyfxweş im ji ber li gel we beşdar im û pir keyfxweş im ku balyozê Japonya li gel me beşdar e, herwaha berpirsê JICA li Iraq û nûnerên din ê JICA li vê derê li gel me amade ne û pir keyfxweşim ku we ev derfete ji bo min ava kir û ez jî beşdarî vê merasîmê bûm.”

Herwaha got: “Ez gelek keyfxweşim ku beşdarim li gel we ji bo vê merasîma giring a gotûbêj kirina derbarê çalakî û kar û projeyên ajansa JICA ya Japonî û hewkarî û hemahengiyên wê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku di salên borî de gelek projeyên giring û cuda cuda de hewkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine.”

Mesrûr Barzanî got: “Eşkere ye dewleta Japonya ezmûneke gelek dewlemend heye ku li cîhanê cîhê rêz û pêzanîn û ecêbmanê ye û ezmûneke ku em jî dikarin li Kurdistanê sûd jê wergirin. Xelkê Japonya di sedsala borî de ji qonaxên gelek zehmet û giran re derbas bûn û wek xelkê Kurdistanê şer û kawilkarî û malwêranî pir dîtin. Lê li gel wan hemû nexwaşiyan û karesatan jî Japonan karî bibin nimûneyekî serkeftî ya piştî şerê cîhanê. Piştî ew hemû kawilkarî li serê wan hat, dest bi proseyekî berfireh û hemûalî ya avadaniyê û bi bingeh kirina welatê xwe kirin. Ev jî tenê bi hêz û sermayeya mirov karîn pêkbînin.

Mesrûr Barzanî got: “Îro Japonya yek ji welatên cîhanê yê herî mezin û pêşketî di warê pîşesazî û teknolojiyê de ye. Ji bo wê jî em dikarin bibêjin ezmûna serkeftî ya Japonya ji bo me li Herêma Kurdistanê cîhê sûd wergirtinê yê pir giring e. Bi taybet di warê veberhênana dewlemendiya mirov û pêgehandina nifşê nû li ser dahênan û karkirina bi dilsozî û rêzgirtin li dem û heskirina welat û parastina nasname û taybetmendiya xwe.’’

Herwaha got: “Rêz û pêzanînên me gelek ji bo xelk û hikûmeta Japonya û bi taybet ji ajansa JICA heye ku di çend salên borî de gelek waran de hewkariya Herêma Kurdistanê kirine, bi taybet di piştevanî kirina gelek projeyên xizmetguzariya di warên av û kanala ava pîs û elektrîk û çandinî û herwaha pêşxistina şiyana mirovî û rahênan kirina berpirs û karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.’’

Mesrûr Barzanî got; “Hêvîdar im ew birêzên dewreya rahênan û perwerdê dîtine li Japonya yan li Herêma Kurdistanê û ji aliyê pisporên Japonya ve hatine perwerde kirin, sûd ji ezmûnên dewlemend ên Japonya dîtine û bi şarazayî û pisporî bidest xistine, di warên xwe de nav saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî bikarbînin û rola xwe li proseya geşepêdan û pêşxistina jêrxana aborî û birêvebirina Herêma Kurdistanê de rol bibînin.”

Mesrûr Barzanî ragehand: “Ez dubare pêzanîn û spasiyê ji bo hewkariyên ajansa JICA dikim, hêvîdar im hewkariyên wan ji bo Herêma Kurdistanê ji ya heye berfirehtir bikin, em dixwazin hewkarî û hemahengiya li gel Hikûmet Herêma Kurdistanê heye, zêdetir bê pêşxistin, veberhênan û hatina şîrket û kompanyayên Japonya bo Herêma Kurdistanê berfirehtir be, ji bo ku hewkar û alîkarê me bin di proseya çaksaziya hemûaliyan de, ku me destpê kiriye û sûd ji ezmûnên serkeftî û dewlemendî ya Japonya ya di warên avadanî û geşepêdan û dahênanê de bibînin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiyê de jî got: “Biburin ez Japonî nizanim ku her bi zimanê we spasiya we bikim. Lê careke din ez destxweşî li we dikim û spasiya we dikim û her şad û serkeftî bin.’’