Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Kurdistan pêbend e bi çanda wekhevî û bihevrejiyanê

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 28ê Mijdara 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Metranê Romî yê Ortodoks li Bexda û Kuwêt û Umanê Metran Xetas Hezîm kir.

Di wê hevdîtinê de Metran Xetas Hezîm spasiya bizavên Serok Barzanî ji bo parastina pêkhatan kir û rêz ji bo gelê Kurdistanê hebû ku di tengaviyan de deriyên xwe ji bo bi dehan hezar awareyên kiristiyan vekir.

Her di wê hevdîtinê de arêşe û astengên di rêya kiristiyanên Iraqê û deverê de hatin behskirin û Serok Barzanî tekezî kir li ser pêbendbûna gelê Kurdistanê bi çanda wekhevî û bihevrejiyanê.