Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyê pêşxistina pêwendiyên bazirgnî gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 27ê Mijdarê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê Alî Riza Gunay kir.

Di hevdîtinê de, herdu aliyan guhartin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêj kirin û tekezî li ser pêşxistina bazirganiyê û hêsankirina bo çûnûhatin û geştkirina di navbera herdu welatan de kirin.

Mijareke din hevdêtinê jî, taybet bû bi destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bû, herdu alî jî li ser wê yekê hevnêrîn bûn li ser giringiya destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê di zûtirîn dem de.

Di vê derbarê de Balyozê Tirkiyê amadehiya welatê xwe ji bo dubare destpêkirina proseya hinardekirinê nîşan da.