Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Balyozê Tirkiyê pêşhatên deverê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê li Iraqê dike, bi hev re behsa rewşa siyasî ya Iraq û deverê û berdewamiya peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê dikin.

Îro roja Duşemê, 27ê Mijdara 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Tirkiyê li Iraqê Ali Reza Günay kir.

Rewşa siyasî ya Iraqê û dawî pêşhatên deverê di wê hevdîtinê de li hev hatin guhertin û tekez li ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hat kirin.