Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şanda PWK a Bakurê Kurdistanê serdana Polîtbîroya PDKê kir

Pîrmam-KDP.info- Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî pêşwazî li şanda Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi serokatiya Mistefa Ozçelîk serokê wê partiyê kir.

Di civînê de ku Azad Berwarî, Hoşyar Zêbarî, Sîdad Barzanî û Mehmûd Mihemed endamên Polîtbîroya PDKê amade bûn, Fazel Mîranî bi navê Polîtbîroya PDKê pîrozbahî li şanda mêhvan kir, ji ber lidarxistin û serkeftina kongereya wan.

Mîranî ji şanda mêhvan re behsa rewşa Herêma Kurdistanê bi taybet û Iraq û navçeyê bi giştî kir û tekezî li ser wê yekê kir ku, dever di rewşeke nebaş re derbas dibe û divê bi aqilî kar bi van bûyeran re bê kirin.

Mîranî herwiha tekez kir ku, peywendiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di asta herî bilind de ne û destên PDKê ji hemû aliyên Kurdistanî re vekirî ne.

Ji aliyê xwe ve Mistefa Ozçelîk Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) spasiya Polîtbîroya PDKê kir ji bo vê civînê û bi kurtî behsa avakirina partiya xwe kir ku bi yekxistina 2 partiyan, ew jî Partiya Azadiya Kurdistanê û Tevgera Demokratîk hatiye avakirin û niha jî deriyê wan vekirî ye ji bo partiyên din ku tevlî wan bibin.

Ozçelîk herwiha tekez kir, ku armanca partiya wan çareserkirina pirsa Kurd e bi rêya aştî û demokrasiyê û hêvî kir ku Herêma Kurdistanê li ser pêşkeftina xwe berdewam be.