Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Dijeterora Kurdistanê: Bi sê dronan êrîş bo ser bingeha Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin

Hewlêr-KDP.info- Dijeterora Kurdistanê radigehîne ku serê sibeha îro bi sê dronên bombekirî êrîş bo ser bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Hewlêrê hat kirin.

Dijeterora Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da ku serê sibeha îro roja Sêşemê, 7ê Mijdara 2023ê, bi rêya du dronên bombekirî êrîş bo ser bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Hewlêrê hat kirin û her li asmanî hatin teqandin.

Herwesa Dijeterora Kurdistanê amaje da wê yekê jî ku serê sibeha îro her li wî cihî droneke bombekirî bê ku biteqe ket xwarê.