Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ev 4 sal in 171 rûfatên Kurdan li Bexdayê bê lêkolîn mane

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Komîteya Şehîdan li Parlamentoya Iraqê ragihand, Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê ji ber lêkolîna li ser 171 termên qurbaniyên jenosîda Kurdan, dê rastî lêpirsînê were.

Şiwan Kelarî Cîgirê Serokê Komîteya şehîd û qurbanî û girtiyên siyasî ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP.info) re ragihand: “Ev 4 sal in ku 171 rûfatên jenosîda Kurdan li Pizîşka Dadê ya Iraqê ne û heya niha li hêviya lêkolînên DNAyê ne, ku bi hicetên cuda lêkolîn nehatiye kirin. Li gorî yasayê, erkê pizîşkê dadwerî ye ku term û malbatên wan lêkolîn bike.”

Wî got: “Li ser pêşniyara min, Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê ji bo lêpirsînê ji bo komîtê were bangkirin, ji ber ku nabe bi ti behanekê cenazeyan neyên lêkolînkirin û proseyê paşde bixe.”

Herwiha got: “Paşxistina testa DNAyê ji bo laşan, mîna gelek mijarên din, bûye mijareke siyasî, ji ber vê yekê tê paşxistin heya ku kar li ser kolandina gorên din ên komî neyê kirin.”