Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Partiya Sosyalîst Bayram Bozyel: Serok Barzanî daxwaza yektiya Kurdên Bakur kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel dibêje, dema em ligel Serok Mesûd Barzanî civiyan, Serok Barzanî got ku ew piştevaniya yekîtiya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dike.

Çarşema 13ê Îlona 2023an, şanda Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ligel Serok Barzanî civiya.

Derarê wê hevdîtinê, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel ji malpera KDP.info re ragihand: “Me behsa guhertinên siyasî yên li navçeyê kir û guh da şîret û gotinên Serok Barzanî. Serok Barzanî xwedî ezmûneke mezin e.”

Bayram Bozyel wiha got: “Niha Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê di rewşeke nexweş de ne. Ji bo vê yekê me serdana Serok Barzanî kir ji bo ku em lê guhdar bikin ji ber ku ew xwedî tecrûbeyeke mezin e û li navçeyê xwedî roleke mezin e.”

Bozyel wiha domand: “Serok Barzanî piştevaniya xwe nîşan da ji bo her pêvejoyeke aşîtiyê û yekrêziya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê.”

Serokê PSKê wiha jî got: “Niha rewşa Kurdan li hemû aliyan hestyar e. Serok Barzanî piştgiriya hemû aliyên Kurdî li Bakurê Kurdistanê dike. Hêviya yekîtî û yekhelwêstiyê ji me kir.”