Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî ligel nûnerên pêkhateyên Kerkûkê civiya

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di civîna ligel nûnerên pêkhateyên cuda cuda yên parêzgeha Kerkûkê de tekezî li ser pêkvejiyan û biratiya navbera pêkhateyên Kerkûkê kir û wek pêwîst jî dibîne ku kêşe û girift bi rêya diyalog û li gor yasa û destûrê bêne çareserkirin.

Îro Pêncşema 14ê Îlona 2023an, Serok Barzanî li Selahedîn ligel nûnerên pêkhateyên cuda cuda yên parêzgeha Kerkûkê civiya.

Di civînê de amadebûyên civînê fikr û ramanên xwe li ser bûyerên van demên dawî yên Kerkûkê û rewşa giştî ya parêzgeha Kerkûkê û metirsî û gefên li ber seqamgîrî û pêkvejiyana parêzgeha Kerkûkê pêşkêş kirine.

Her di vê civînê de Serok Barzanî ronahî xistiye ser rewşa Kerkûkê û tekezî li wê yekê kiriye ku Kerkûk bajarê pêkvejiyan û biratiyê ye û divê hemû alî di îdarekirin û avakirina siberoja wî bajarî de beşdar bin û wek pêwîst jî dibîne ku kêşe û girift bi rêya diyalog û li gor yasa û destûrê bêne çareserkirin.